ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê mitbexeke gelek dewlemend heye. Xwarinên ji hev cudatir, xweştir û bi tamtir tên çêkirin. Ji van xwarinên xweş yek jî kebaba cigerê ye. Di remezanê de gelek welatî di fitarê û paşîvê de kebaba kezebê dixwin. Jixwe li şanlıurfayê li her derê ev xwarin tê peydakirin. Ji hemî loqenteyan bêhna wê radibe.