Hüseyin Demirci
12 Gulan 2022•Rojanekirin: 12 Gulan 2022
Li Sariqamişa navçeya Qersê berf barî.
Germahiya hewayê ji nişka va ket û barana bişev li navçeyê dest pê kir cihê xwe ji berfê ra hişt.

Ji ber berfê Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê, banên xaniyan, ser wesayîtan û zevî çîl spî bûn.
Ji ber berfa ku ji nişka va li navçeyê lê kir kar û barên şivanên pez û dewarên xwe diçêrandin jî xist zehmetiyê.
Berfa di gulanê da lê kir deşt û çîçekan di nav berfê da hişt.