Jiyan

Bizinkuvî newalên Munzur û Pulumurê dixemilînin

Sidar Can Eren  | 12.05.2022 - Rojanekırın : 17.05.2022
Bizinkuvî newalên Munzur û Pulumurê dixemilînin

Tunceli

 Li Tunceliyê wêne û dîmenên bizinkuviyên li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê û Newala Pulumurê diçêrin hatin kişandin.

Tuncelî û navçeyên wê bi siruşta xwe va ji bo gelek heywanan dibin jîngeh.

Bizinkuviyên ku hindik maye koka wan biqele û ji ber vê tên parastin bi hatina biharê va li çiya û daristanan digerin û siruştê dixemilînin.

Wêne û dîmenên bizinkuviyên ku nêçîra wan qedexeye li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê û Newala Pulumurê hatin kişandin.

Heywanên ku dîtin wêneyên wan tên kişandin ber bi kaşan va çûn.

Li hêrêmê gur, hirç, rûvî, sîwore, beraz, werşeq, qertel û bûm jî hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın