İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
12 Gulan 2022•Rojanekirin: 12 Gulan 2022
Li Mûşê ekîbên berfê rêya gundên Uçevlerê ku gundî tê ra diçin û tên û nêzî 6 mehan e girtî bû, di hefteyekê da vekir.
Ekîbên Midûriya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêya ku cî bi cî 5 mêtre berf tê da hebû, hefteya çûyî xebat da destpêkirin.
Rê nêzî 6 mehan e girtî bû. Xebatkaran bi zor û zehmet berf qelaştin û wisa rê vekirin.
Gundî herî zêde havînê ji vê rêyê ra diçin û tên. Piştî xebata zehmet ekîban di hefteyekê da ev rê vekir.

Li texma Çavuştepeyê ku 10 kîlomêtre dûrî bajêr e, droneyê ji hewa va dîmena xebata dijwar a ekîban kişand.
Operatorê makîneya kar Necat Arslan ji rojnamegeran ra got ku Îdareya Taybet a Bajêr di meha gulanê da jî rêyan vedike.
Arslan diyar kir, wan li texma Çavuştepeyê rêya gundê Uçevlerê vekir û wiha dewam kir:
"Gundî havînê di vê rêyê ra diçin û tên. Qalindahiya berfê cî bi cî 5 mêtre bû. Em bi pêşengiya şefê xwe van rêyan vedikin. Em kîlomêtreyekî di nêzî 5 saetan da vedikin. Cihê em lê ne raqima wê zêde ye. Ji ber ku em li ser kendalan dixebitin, em hêdî hêdî dixebitin. Ji bo ku welatî mexdûr nebin, çi ji destê me tê, em dikin."