Jiyan

Li Bîngolê di meha gulanê da jî berf tê paqijkirin

Rıdvan Korkulutaş  | 12.05.2022 - Rojanekırın : 13.05.2022
Li Bîngolê di meha gulanê da jî berf tê paqijkirin

Bingöl

Li Bîngola ku zivistan lê zehmet derbas bû ekîbên Îdareya Teybet a Bajêr ji bo ku rêyên 6 meh eberfê girtine vekin dixebitin.

Ekîbên Îdareya Teybet a Bajêr bi 105 xebatkar û 53 makîneyên kar va li ser qadeke 3 hezar û 360 kîlomêtroyî rê dixebitin.

Li Geyîkdereya gundê navçeya Gencê ekîb rêya ku bi mêtroyan berf heye paqij bikin ji 5ê gulanê vir va hewl didin.

Ji ber ku talûkeya şepeyê heye ekîb bi baldarî dixebitin û armanca wan ew e ku di 18ê gulanê da rê bê vekirin.

Midûrê Xizmetên rê û Gihandinê ya Îdareya Teybet a Bajêr Bunyamîn Agîtoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di biharê da kesên diçin zozanan ji vir derbas dibin.

Agîtoglu got qalindahiya berfê li vir digîhêje 8-10 mêtroyan, ji ber vê xebat bi zehmetî dimeşin.

Agîtoglu wiha axivî: "Me qasî 36 hezar kîlomêtroyî rê ji berfê paqij kir. Ji bo rêyên girtî mane em dixebitin. Ji vir şûnda em ê wek sazî ji bo karên din ê baştir bixebitin. Bi rastî me zivistaneke zehmet derbas kir, îsal zivistan dirêj bû. 7 meh e em ji bo paqijkirina berfê dixebitin. Em xwe digîhînin cihên ku yek malek jî lê hebe. Ji bilî vir li navend û navçeyan tu rêyeke girtî nema."

Operatorê dozerê Kazim Dolden jî got ji bo ku welatî rehet herin gundên xwe ew berfa ku digîhêje 10 mêtroyan paqij dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın