Rıdvan Korkulutaş
13 Gulan 2022•Rojanekirin: 13 Gulan 2022
Li Genca navçeya Bîngolê teyrê baz ê ku birîndar hat dîtin, birin Nexweşxaneya Heywanan a Zanîngeha Bîngolê.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, welatiyan li devera çiyayî ya navçeya Gencê, teyrekî baz ê birîndar dît.
Li ser êxbarê Tîmê Parastina Hawirdor, Siruşt û Heywanan a Fermandariya Cendirmeya Bajêr, teyrê baz teslîm hilda.
Ekîban ji bo tedawiyê teyrê baz birin Nexweşxaneya Heywanan a Zanîngeha Bîngolê.
Piştî tedawiyê teyrê baz wê li siruştê were azadkirin.