Li Agiriyê di zincîre qezayê da 19 kes birîndar bûn

Ağrı
Li ser rêbejaya Îran-Agiriyê li tanga gundê Yoncaliyê zincîre qezayek çêbû û 3 midîbusên rêwiyan ên yek jê ya Şaredariya Gîhadînê ye, TIR, wesayîta bazirganiyê ya sivik, otomobîl û wesayîta polêsê trafîqê li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên polês, cendirme, tenduristî, AFAD û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
19 kesên birînda bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.
Cihê qezayê bi dronê hat kişandin.
Ekîb veguhestinê li ser rêya talî didomînin û her wiha xebatên wan ên rakirina wesayîtan jî berdewam in.
Ji aliyê din va hat îdiakirin ku qeza ji ber mijê çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.