Li Efrînê li hemberî sivîlan êrîşa bibombe
Di êrîşê da herî kêm 4 sivîl hatin kuştin û 15 sivîl jî birîndar bûn
Afrin
Li navçeya Efrînê ya Sûriyeyê ya li hemberî bajarê Hatayê di êrîşa terorê ya bibombe da herî kêm 4 sivîl hatin kuştin, 15 sivîl jî birîndar bûn.
Li Efrîna navçeya Helebê li ser kolana Racuyê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Di êrîşê da herî kêm 4 sivîlên ji rê derbas dibûn hatin kuştin û 15 sivîl jî birîndar bûn.
Piştî teqînê şewat derket, tîman agir vemirandin.
Hat ragihandin rewşa hin birîndaran giran e û ditirsin hejmara miriyan zêde be.
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di 18ê Adara 2018an da bi Herekata Çiqlê Zeytûnê va Efrîn ji destê YPG/PKKya rêxistina terorê rizgar kiribûn. Lê hê jî hin caran êrîşên bibombe tên kirin.