Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê di êrîşa Rûsyayê da 9 sivîlên din jî hatin kuştin
Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê di êrîşa balafirên şer ên Rûsyayê da 9 sivîl hatin kuştin.

İdlib
Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê di êrîşa balafirên şer ên Rûsyayê da 9 sivîl hatin kuştin.
Li gor mala çavdêriyê ya balafiran a mixalifan balafirên şer ên Ûris şev dereng êrîşî Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê ya di nav sînorên Helebê da ye kirin.
Li gor agahiya çavkaniyên Parastina Sivîl (Kumspî) li gundê Îbbînê 9 sivîl hatin kuştin.
Tîmên Parastina Sivîl li cihê êrîşê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin û ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.
Hêzên rejima Esed û Rûsyayê duh jî dîsa êrîş kiribûn û di êrîşan da 17 sivîl hatibûn kuştin.
- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.
Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin. Bi sedhezaran sivîlên ku ji ber êrîşan revîn, berê xwe dan bakurê welêt û koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin. Ji Çileya Paşîn a 2019an vir va milyonek û 767 hezar kesan xwe spartin sînorê Tirkiyeyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.