Enes Canlı
03 Adar 2026•Rojanekirin: 04 Adar 2026
Îsraîlê gurbûna rageşiya bi Hizbullahê ra hincet nîşan da û ragihand ku biryar da li başûrê Libnanê dagiriya bejayî berfireh bike.
Di daxuyaniya ofîsa Yisrael Katzê Wezîrê Parastina Îsraîlê da hat destnîşankirin, Katz û Serokwezîr Binyamin Netanyahu telîmat dan ku artêşa Îsraîlê li Libnanê li bêtir herêman bi cih bibe.
Katz îdia kir ku sedema biryara berfirehkirina dagiriyê, parastina niştecihên Îsraîlê yên sînorî ye.
Piştî ku di 28ê Sibatê da rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney di êrîşa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê da hat kuştin, Hizbullaha Libnanê tevlî bersivdayîna Îranê bû û roket û fuze firandin Îsraîlê.
Li ser vê yekê Îsraîlê Beyrût di serî da li tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî yên berfireh pêk anîbûn.
Îsraîlê di Cotmeha 2023yan da li dijî Libnanê êrîş dabû destpêkirin û ev êrîş di Îlona 2024an da veguherîbûn şerekî berfireh. Di şer da zêdetirî 4 hezar kesî hatibûn kuştin, qedera 17 hezar kes jî birîndar bûbûn.
Di navbera Libnan û Îsraîlê da di 27ê Mijdara 2024an da agirbest pêk hatibû lêbelê hatibû ragihandin ku Îsraîlê bi hezaran carî agirbest binpê kir.
Îsraîl li Libnanê dagiriya li 5 girên ku piştî 8ê Cotmeha 2023yan bi dest xistin didomîne û her wiha hebûna xwe ya li hin herêmên ku bi dehan sal e dagir kiriye jî didomîne.
Çapemeniya fermî ya Libnanê: Hêzên Îsraîlê li başûrê Libnanê dest bi firehkirina dagiriya bejayî kir
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê dest bi firehkirina dagiriya bejayî kir û berê xwe da hin bajarok û cihên li ser sînor.
NNAya ajansa fermî ya Libnanê diyar kir ku yekîneyên Îsraîlê bi êrîşên giran li başûrê Libnanê dagiriya xwe berfireh kir û berê xwe da hin bajarokan.
Artêşa Îsraîlê ya ku di 2yê Adarê da li dijî Libnanê êrîş dabûn destpêkirin, gefa êrîşê li gelek gund û bajarokên li başûrê Libnanê xwaribû û ji şêniyên deverê xwestibû ku malên xwe biterikînin.
Ji aliyekî din va Îsraîlê gurbûna rageşiya bi Hizbullahê ra hincet nîşan dabû û ragihandibû ku biryar da li başûrê Libnanê dagiriya bejayî berfireh bike.
Îsraîl li Libnanê dagiriya li 5 girên ku piştî 8ê Cotmeha 2023yan bi dest xistin didomîne.
Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku Fermandarê Lîwaya Feyleqa Lubnanê yê Hêza Qudsê Elîzade hat kuştin
Tê îdiakrin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya dijî Tehranê da Fermandarê Lîwaya Feyleqa Lubnanê yê Hêza Qudsê ya ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Dawid Elîzade hatiye kuştin.
Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku di encama êrîşên dawî da Elîzadeyê fermandeyê astbilind hat kuştin.
Di nûçeyê da hat gotin ku Fermandar ê Hêza Qudsê ya ser bi Pasdarên Şoreşê Elîzade di êrîşê da hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê vê dawiyê îdia kir ku fermandarekî payebilind ê Îranî di êrîşeke dijî Tehranê da hatiye kuştin.