Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê: Li Dubaiyê me li herêmeke ku eskerên Amerîkayê lê civiyan, xist
Ankara
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê daxuyand, wan li Dubaiya bajarê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) bi wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên kamîkaze va li herêma ku eskerên Amerîkayê lê civiyabûn, xist.
Di daxuyaniya Artêşa Mihafizên Şoreşê da wiha hat gotin, "Sîtola Mihafizên Şoreşê ya Îranê li Dubaiya bajarê Îmaratê bi wesayîtên esmanî yên bêfirokevan va li devereke ku terorîstên Amerîkayê lê civiyabûn, xist."
Li gor agahiya ku ji qadê hat hildan, li devera ku hedef hat hildan, ji 160î zêdetir mensûbên sîtola Amerîkayê hebûn, li gor îdiayê herî kêm 40 eskerên Amerîkayê hatin kuştin û 70yî zêdetir jî birîndar bûn.
