Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin DÎŞIyê nefta ku ji bîrên li qûntara Çiyayê Hemrînê yên di nav sînorên Selahedînê de derdixe bi destê qaçaxçiyan difroşe. Nefta ku li tankêran bar dike dişîne rafîneyên herêma Kurdistanê û ji vir jî dişînin borsaya reş û difiroşin.
Qeymeqamê navçeya Tûzhûrmatûya li ser Selahadînê Şelal Abdul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Milîtanên DÎŞIê dest bi firotina neftê ya ku ji bîrên çiyayên Hemrînê û ên nêzî rafîneriyên Beyciyê derdixe kir. Qaçaxçî vê neftê xam distînin û di borsaya reş de difroşin."
Abdul wiha dewam kir:
"Ji bîrên li qûntara Çiyayê Hemrînê rojane bi sedan tankêran neft tê derxistin. Hikûmeta Bexdayê ya Navendî van bîran ji bo firotinê amade kiribû. Lê belê milîtanên DÎŞIê yên ku bîran dagir kirin, ev hefteyeke ku neftê difroşin. Kiryarên DÎŞIê jî qaçaxçî ne. Milîtanên DÎŞIê ji bo karibin çek û teqemeniyan bistînin, kî/kê bixwaze neftê difroşinê."
Abdul îdia kir ku qaçaxçî nefta ku ji milîtanên DÎŞiê distînin sewqî herêma Kurdistanê dikin û nefta xam piştî ku li vir tê dadiwerandin sewqî borsaya reş tê kirin. Abdul got ku Wezareta Pêşmergeyan di serî de destûrê nedaye firotinê, lê piştî çend rojan dîsa qaçaxçiyan dest bi firotinê kir.
Abdul got: "Niha li herêma Kurdistanê bi rêyên qaçax, ev neft tê firotin. Li ser aboriya herêmê bandora vê danûsitandinê gelek zêde ye. Kesên ku vî karî dikin zehf pere qezenc dikin. Bi taybetî DÎŞI ya ku dixwaze dewletek damezrîne ji vê danûsitandinê gelek pere qezenc dike. Rêxistin rojane bi sedan dolaran ji danûsitandinê qezenc dike."
Alîkarê Serokê Meclisa Bajar ê Tûzhûrmatûyê Elî Huseynî jî destnîşan kir ku DÎŞI ya ku bîrên neftê yên di navbera Kerkûk û Selahadînê de ne bi dest xist û dest bi firotina nefta di van bîran de ye kir. Huseynî da zanîn ku milîtanên DÎŞIê nefta ku ji vir sewq dikin erzan difroşin qaçaxçiyan û wiha dewam kir:
"Nefta li vir bi tankêran pêşî sewqê herêma Kurdistanê ji vir jî sewqê Îranê dihat kirin. Lê belê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) çawa ku lê hay bû nefta qaçax tê firotin tevdîr girtin û niha li herêmê danûsitandin tune. Lê tê gotin ku li herêmên din firotin dewam dike."