Barzanî daxuyanî da BBCyê û got ku di halê hazir de Iraq perçe bû û ji bo ku çareseriyek ji qeyrana welêt re bê dîtin, çi bikeve ser milên kurdan kurd dê bikin, lêbelê serxwebûn mafê wan ê siruştî ye.
Barzanî wiha axivî: "Bûyerên vê dawiyê dide nîşan ku serxwebûn mafê Kurdistanê ye. Ji îro pê ve em venaşêrin ku armanca me ne serxwebûn e. Iraq vê gavê perçe bûye. Qey em ê di vî halê trajîk ê welêt de bimînin? Yê ku biryara serxwebûnê bide ne ez im, gel dê biryarê bide. Em ê di nav çend mehan de referandûmê bikin, lê dê parlemento dema referandûmê diyar bike. Gelê me di referandûmê de çi biryar bide, em ê rêzê nîşan bidin. Em dixwazin ku kesên din jî rêzê nîşanî biryara gel bidin."