Fatih Gazioğlu
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Hat îdiakirin ku Amerîka ji ber rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da wê keştiyeke eskerî bişîne Behra Reş.
Li gor nûçeya CNNê ya ku ji rayedarên Pentagonê hilda, Amerîka ji bo ku li Behra Reş bê wezîfedarkirin amadehiya keştiyeke eskerî dike.
Ji berdevkên Pentagonê Erîc Pahon li ser mijarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Ez li ser vê sewqiyata keştiyên eskerî nikarim tu agahiyan bidim we. Amerîka di van meseleyan de li gorî Peymana Montroyê hereket dike."
Ji rayedarên Amerîkayê kesekî ku nexwest navê xwe bide, ji nûçegihanê AAyê re got ku Amerîka di çarçoveya Peymana Montroyê da ji bo derbasbûna keştiyên eskerî ji Tirkiyeyê gelek caran destûr xwestiye lê Tirkiyeyê tenê carekê yan du caran bersiv daye wan.
Peymana Montroyê ya Geliyan di sala 1936an hatibû îmzekirin. Li gor peymanê keştiyên ku ji bilî welatên li derûdorê Behra Reş ji bo derbasbûna Geliyê Çanakkale û Stenbolê divê beriya 15 rojan ji Tirkiyeyê destûrê bixwazin.