WASHINGTON
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo nirxandina qeyrana mirovahiyê ya li Çiyayê Şengalê û xebatên li ser alternatîfên seba alîkariya mirovahî bên kirin 130 leşkerên din şand Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Chuck Hagel li parêzgeha Calîforniayê çû serdana baregeha Camp Pendletonê û li wê derê bi leşkeran re xeber da û got ku ew 130 leşkerên ku şandibûn Iraqê li herêma nêzî Hewlêrê bi cih bûne.
Hagel destnîşan kir van leşkerên ku şandine Iraqê ne ji bo operasyonekê ji bo nirxandina bûyerên dawîn û rewşa Iraqê hatin şandin.
Lewra DYA di şerê Iraqê de leşkerên xwe 8 salan li vî welatî hişt û Hagel jî ev yek bi bîr xist û got ku ji bo operasyonekê careke din leşkerên xwe naşînin Iraqê.
Ji rayedarên Wezareta Parastinê yê DYAyê kesekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin jî wiha got: "Ew 130 leşkerên ku bi pêşniyaza Wezîr Hagel û bi destûra Serokê DYAyê Barack Obama şandin Bakurê Iraqê. Ew eşkerên ku ji bo wezîfeya berwext şandine Iraqê, dê qeyrana mirovahiyê ya ku li Çiyayê Şengalê ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) qewimî binirxînin. Artêşa DYAyê car caran ji hewayê ve xurek, nan û avê ji bo wan hêsîran dişîne. Lê heke hewce bike ew leşkerên ku bi wezîfeya berwext hatin şandin û dê li ser alternatîfên alîkariya mirovahiyê jî xebatan bikin."
Ji bilî van 130 leşkerên ku hatin şandin niha li Bexdayê 90, yek li Hewlêr û yek jî li Bexdayê li du navendên operasyonê yên ku DYAyê avakiriye bi tevahî 160 şêwirmendên leşkerî yên DYAyê dixebitin. Ji bilî vê jî li Balyozxaneya Bexdayê ya DYAyê 455 hêzên ewlehiya DYAyê û 100 jî xebatkarên leşkeriyê hene.