27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
WASHINGTON
Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) ragihand ku di teqîna li kampa leşkerî ya PYDya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyê ya li Til Temira navçeya Hesekê ya Sûriyê da leşkerên amerîkî nemirine.
Rayedarê Pentagonê di bersiva xwe ya bona pirsa peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di teqîna li Sûriyê da leşkerê amerîkî nemirin.
Rayedar hewisa diyar kir ku ew ji teqînê xeberdar in û wiha got, "Em jê hayedar in. Ez dikarim piştrast kim ku tu leşkerekî amerîkî yên ku li Sûriyê peywirdar in, nemirine."
Hatibû ragihandin ku di teqîna li kampa leşkerî ya PYDyê ya li Til Temirê da tevî 5 leşkerên DYAyî, 2 rêveberên rêxistina terorê PKKyê mirine û herwiha bi dehan çekdarên dinê PYD/PKKyê mirine û birîndar bûne.
Navçeya Til Temirê bi qasî 30 kîlometroyan dûrî sînorê Tirkiyeyê û bi qasî 40 kîlometroyan dûrî navenda bajarê Hesekê ye.