WASHINGTON
Arîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden li ser telefonê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re li ser geşedanên dawîn ên siyasî û leşkerî yên li Iraqê axivî.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî Bîden di axaftinê de der barê axaftin wî bi xwe û ya Serokê DYAyê Barack Obama a li ser telefonî ya bi Heyder el-Abbadiyê ku li Iraqê peywira avakirina hikûmetê danê de agahî dan Barzanî. Bîden bangî Barzanî kir ku di xebatên avakirina hikûmeteke berfireh a ku her aliyê di xwe de dihewîne û nûnertiya hemû iraqiyan dike de bi Abbadî re ji nêz ve bixebite.
Bîden agahiyên dawîn ên der barê arîkariyên mirovahiyê yên DYAyê yên ji bo penaberên li Çiyayê Sîncarê û di têkoşîna bi DÎŞIyê re de hewldana artêşa Amerîkayê ya ji bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê de parve kir.
Barzanî jî qala piştgiriya xwe ya ji bo peywirdarkirina Heyder el-Abbadî ji bo avakirina hikûmetê kir. Barzanî diyar kir ku ew jî dixwaze ji bo ku civakên cuda yên di nav Iraqê de ji bo ku mijarên siyasî, aborî û ewlehiyê bên çareserkirin, bînin bal hev hewl bide.