Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden re axivî.
Li gor aghiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin sitandin Erdogan û Bîden ji bilî têkiliyên di navbera her du welatan de, li ser geşedanên dawîn ên Iraq û Sûriyeyê jî rawestiyan.
Hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan li ser têlefonê bi Alîkarê Serokê DYAyê Bîden re axivî û Bîden ji bo ku Tirkiyê deriyên xwe ji penaberên Kobanê yên ji ber şer direvin û tên herêmê re vedike û alîkariyê dide, spasiyên xwe pêşkêş kir. Erdogan jî ji bo ber li şer bê girtin xwest ku Sûriye ji bo firokeyan bê qedexekirin, li ser sînorê Sûriyeyê herêmeke ewle bê avakirin û got ku ev ji bo Tirkiyeyê girîng e.
Di hevdîtinê de bal kişandin li ser herêma Iraq û Sûriyeyê û hat gotin ku ji xeynî Iraqê divê li Sûriyeyê jî îstiqrar çêbe. Hat destnîşankirin ku DYA û Tirkiye dê di pêvajoyê de ji bo li ser mijarên dîplomatîk, leşkerî û îstixbaratê îstişare bikin, dê bên bal hev.