Serokwezîr Ahmet Davutoglu nimêja Eyda Qurbanê li Mizgefta Fatîhê kir.
Davutoglu ber destê sibehê ji avahiya xwe ya li Gokturkê çû mizgeftê.
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç û Serokê Bajêr yê AK Partiyê yê Stenbolê Azîz Babuşçu jî li heman mizgeftê nimêja eydê kirin.
Serokwezîr Davutoglu piştî nimêjê cejna welatiyan pîroz û bimbarek kir.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî nimêja cejnê ya li Mizgefta Fatîhê pirsên rojnamevanan bersivand.
Serokwezîr Davutoglu got ku ez teze bi Fermandarê Qereqola Suleyman Şahê Oguzhan Şîmşek re li ser têlefonê axivîm, aloziyek tuneye û wiha dewam kir: "Rewşa leşkerên me baş e. Eyda hev pîroz dikin. Alozî tuneye, min ji wan re jî got em wek gel ligel we ne. Em sebr û têkoşîna ku hûn didin pîroz dikin."
Davutoglu li ser pirsa der barê rexneyên Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden ên li dijî Tirkiyeyê de jî wiha got: "Ev rexne nayên qebûlkirin. Rêveberiya Amerîkayê û di serî de jî Bîden baş dizane ku 4 sal in em tenê Tirkiye xwedî li penaberan derdikevin. Heger guh bidana hişyariyan îro ev êş û jan dernediket holê. Berbirsiyariya her kesî di vir de heye. Lê heger li sûcdarekî digerin ev ne Tirkiye ye."