2017 ж. 31 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 31 қаңтар
WASHINGTON
Ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagonê) rayedarekî îdia kir, Îranê dawiya hefteyê fuzeyeke balîstîkê şand fezayê, lê serkeftî nebû.
Rayedarê Pentagonê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, wan piştrast kir ku Îranê roja yekşemê fuzeyeke balîstîk şand fezayê.
Rayedar got: "Ez ji bo cihê ku fuze lê hat avêtin tiştekî nabêjim, lê piştî ku fuze hat avêtin beriya ku paşda vegere atmosferê teqiyaye û ji bo vê serkeftî nebûye."
Qesra Spî piştrast kiribû ku Îranê fuze şandiye fezayê, lê Pentagon bi temkînî tevgeriyabû.
Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer gotibû: "Em di ferqê da ne ku Îranê ev fuze şandiye fezayê, em li hûrgiliyan mêze dikin."
Ji aliyê din va Berdevkê Pentagonê Denîz Albay Jeff Davîs gotibû ku wî nûçeyên ku Tehranê fuzeya balîstîk şandiye fezayê dîtibû, lê ew ê vê gavê van îdiayan piştrast neke.
Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê, fuze li sehaya Semnanê ku 180 kîlomêtre dûrî Tehranê ye, hatibû avêtin. Navê fuzeyê "Horamşahr" e û beriya ku biteqe 965 kîlomêtre mesafe çûye.