Muhammet Kurşun
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî ferman da ku li hemû herêmên binîqaş Alaya Iraqê were daleqandin.
Li gor daxuyaniya ji Serokwezîriya Iraqê hat weşandin Îbadî wiha bangewaziya hêzên ewlehiyê kir: "Li Kerkûkê û hemû herêmên binîqaş Alaya Iraqê daleqînin."
Îbadî îro di nava rojê de wiha gotibû: "Wezîfeya min ew e ku li gor destûrê xizmeta xelkê xwe bikim û li hemberî xeterên parçebûnê yekparçeyiya welatê xwe biparêzim."
Ji aliyekî din ve hêzên Iraqê ketin navenda Kerkûkê û li avahiya wîlayetê kontrol bi dest xist.