Önder Beyter
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
ANKARA
Ji daxuyaniya MGKyê: "Pêşniyaz li hikûmetê hat kirin ku qada asîmanî ya Tirkiyeyê ji HKIyê ra bê girtin û pêvajoya destguhertina Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bo Rêveberiya Navendî ya Iraqê bê destpêkirin."
Ji daxuyaniya Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê: "Bi taybetî hesasiyet û bendewariya me hatiye îfadekirin ku yek ji armancên operasyona Kerkûkê ya Rêveberiya Navendî ya Iraqê ew be ku rewşa demografiya bajêr a ku di vê dawiyê da hatiye xirabkirin, li gorî kûrahiya dîroka wê bê dirustkirin."
Ji daxuyaniya Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê: "FETO/PDY, PKK/PYD-YPG, DEAŞ di serî da di çarçoveya têkoşîna ku bi hemû rêxistinên terorî ra tê dayîn da rewşa derasayî ku li giştiyê welêt tê sepandin, hat nirxandin û ji bo parastina demokrasî, rêgezên dewleta hiqûqê û ji bo parastina heq û azadiyên welatiyên me ji hikûmetê ra hat pêşniyazkirin ku rewşa derasayî were dirêjkirin."
Ji daxuyaniya Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê: "Gavên ku Rêveberiya Navendî ya Iraqê ji bo li welêt tesîskirina desthilatdariya destûrê û bi taybetî ji bo Kerkûkê avêtin hatin nirxandin, pêwîstiya yekîtiya siyasî û axa Iraqê hat dubarekirin."