İbrahim Atmaca
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
MOSKOVA
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir, di êrîşa ku birin ser baregeha wan a Himeymîmê da 2 esker mirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê komên ku hê ne diyar in di 31ê berfanbara 2017an da êrîşa hawanê bir ser Himeymîma barehega Rûsyayê.
Li gor daxuyaniyê 2 esker di êrîşê da hatin kuştin, îdiaya ku digotin 7 jetên şer hatin îmhekirin, ne rast e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku îstixbarata Sûriyeyê dixebite ku êrîşkaran tesbît bike.
Rojnameya Kommersantê ya ûris nûçeya xwe spartibû eskerekî û çavkaniyên siyasî. Di nûçeyê da hat îdia kiribû ku li Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê "komên mixalif" di 31ê berfanbara 2017an da êrîşa esmanî bir ser Himeymîma barehega Rûsyayê. Di êrîşê da ji 10 zêdetir esker birîndar bûn û 7 jetên şer hatin îmhekirin.