Nihat Kavşut
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Li Îdliba Sûriyeyê ya di nav herêmên kêmkirina aloziyê da ye bi şev di êrîşên esmanî da 5 sivîl hatin kuştin.
Li navçeyên Xan Şêxûn û Serakîbê, beldeya Sihyanê û gundê Tel Tulkanê ya Îdlibê ku di destê mixalif û komên leşkerî yên dijî rejimê da ne bi şev operasyonên esmanî hatin kirin.
Mistefa Hec Yûsivê Midûrê Parastina Sivîl ya Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li başûrê Îdlibê û dorberên wê yên li rojhilat balafirên Rûsya û rejima Esed bi şev êrîşên esmanî kirin û di êrîşan da 5 sivîl hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn."
Hat diyarkirin xebatên xilaskirin û lêgerînê dewam dikin û sivîlên birîndar rakirine nexweşxaneyên li derdorê.
Di 2 hefteyên dawîn da li Îdlibê êrîşên esmanî zêde bûne û di êrîşan da 65 sivîl hatin kuştin û ji 180yî zêdetir kes birîndar bûn.