Sevim Hatun
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
LONDRA
Hat îdiakirin ku Serokwezîrê berê yê Îngiltereyê Tony Blair hişyarî da Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump got îstixbarata îngilîz wî guhdarî dike.
Li gor nûçeya rojnameya The Tîmesê de, di kitêba bi navê "Agir û Hêrs: Ji Qesra Spî ya Trump" ya tê payin di 9ê rêbendanê de li Amerîkayê were çapkirin de îdia kir ku Blair di meha sibatê ya sala borî de bi Jared Kushnerê zavayê Trump re hatiye bal hev.
Li gor îdiayê Blair ji Kushner re got Saziya Îstixbaratê Dijîtal û Ragihandinê ya Îngiltereyê ekîba kampanyayê ya Trump dişopîne, têlefonên Trump Tower guhdarî dike heta muhtemelen Trump bi xwe guhdarî dike.
Hat îdiakirin ku Blaîr di civîna li Qesra Spî de ji Trump xwestiye ku wî wekî nûnerê Rojhilata Navîn îstixdam bike.