İbrahim Atmaca
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2018
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, hema bêje daxuyaniyên fermî yên Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî wê wan li Îranê têxin şer.
Macron li Qesra Elyseeyê ji bo sala nû bi rojnamegeran ra civiya, piştî axaftina xwe pirsên li ser protestoyên li Îranê bersivandin.
Macron got ku divê bi Îranê ra diyalog dewam bikin, ev girîng e. Macron destnîşan kir ku divê li ser vî welatî zexta navneteweyî were kirin, lêbelê têkilî pê ra neyên qutkirin.
Serokomar Macron wiha axivî: "Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî ji gelek aliyan va mitefîqên me ne, lêbelê em dibînin ku daxuyaniyên wan ên fermî wê me li Îranê têxe şer."
Macron got ku divê ji bo sînordarkirina çalakiyên li Îranê stratejiyek were kifşkirin.
Macron hişyarî da, heke bi Îranê ra têkilî werin qutkirin, dibe ku pevçûnên tundî derkevin.
Bûyerên li Îranê 28ê berfanbarê li Meşhedê bi çalakiya komekê dijî bêkarî û gendeliyê dest pê kirin û di demeke kurt da veguherîn protestoyên dijî rejimê. Çalakî û protesto peyra li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak, Hurrem Abad û gelek bajarên din belav bûn.
Di bûyeran da heta niha herî kêm 24 kes hatin kuştin û ji hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin.
Fermandarê Mihafizên Şoreşê yên Îranê Mihemed Elî Ceferî îdia kiribû ku protesto bi dawî bûn.