Haydar Şahin
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Fîras Elîasê Pisporê Rojhilata Navîn ê Navenda Lêkolînên Qirîz û Siyasetê ya Enqereyê (ANKASAM) got beriya ku bêjin çavkaniya protestoyên li Îranê li derva ye dibê li ser bifikirin dibe ku bûyer di navbera alîgirên rejimê da derdikevin û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê da dibe ku Ehmedînecadê hevalrêyê feqîran vegere siyasetê."
Elîas der barê protestoyên ku li Meşhedê ji ber pirsgirêkên wekî bihabûna jiyanê, bêkarî û gendeliyê dest pê kirin û di demeke kin da li tevahiyê welêt belav bûn da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Elîas bal kişand ku protestoyan li Meşheda hêlîna mihefezekaran dest pê kir û li 42 bajarên wek Ehwaz, Kirmanşah û Belûcistanê belav bûn lêbelê di protestoyan da herî zêde reformîstan zirar dît.
Elîas bi bîr xist ku Îshaq Cîhangîriyê Alîkarê Serokomar ê sereke ji bo protestoyan got ku komployeke ku çavkaniya wê li derva ye û wiha pê da çû:
"Mihefezekarên ku xwe ji bo hilbijartina pêşerojê amade dikin piştgirî dan protestoyan. Ruhaniyê ku nikare bernameya aboriyê ya di qampanyaya hilbijartinê da eşkere kiribû têxe rewacê û reformîst li hev nakin, ev jî derkete holê. Di nav pêşîkêşên çalakvanan da Îbrahîm Reîsiyê Ezayê Meclisa Şûrayê ya Îranê yê ku reqîbê Ruhanî bû jî heye. Beriya ku bêjin çavkaniya protestoyên li Îranê li derva ye dibê li ser bifikirin dibe ku bûyer di navbera alîgirên rejimê da derdikevin. Di vê çarçoveyê da dibe ku Ehmedînecadê hevalrêyê feqîran di demeke nêz da vegere siyasetê."