İbrahim Atmaca
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2018
TEHRAN
Duh li gelek bajarên Îranê alîgirên rejimê "xwepêşandanên piştgiriyê" dan destpêkirin û îro jî bi beşdariya bi hezaran kesan va dewam dike.
Li Îranê nêzî hefteyekî ye ku li dijî rejimê xwepêşandan dewam dikin û di kuçeyan da bûyer dertên. Ji bo protestokirina van bûyeran meleyên cumeyê û otorîteyên dînî bang kirin û "xwepêşandanên piştgiriyê" dest pê kirin. Xwepêşandan îro jî li Meşhed, Şîraz, Urumiye, Îsfehan û Erdebîlê û gelek bajarên din ên mezin dewam dikin.
Xwepêşandêr li dijî rêvebiriyên Amerîka û Erebistana Siûdî duruşmeyan berz dikin û duruşmeyên wek "Qehir bin minafiqên fitnekar", "Em jî gilîdar in, lê em dengê xwe bi rêyên meşrû derdixin" bal kişandin.
Duh ji Ehwaz, Abadan, Îlam, Erak, Hurem Abad, Kirmanşah û Bûşehr û bajarên girîng ên din alîgirên rejimê civiyabûn û bûyerên sikakan protesto kiribûn.
Bûyerên li Îranê 28ê berfanbarê li Meşhedê bi çalakiya komekê dijî bêkarî û gendeliyê dest pê kirin û di demeke kurt da veguherîn protestoyên dijî rejimê. Çalakî û protesto peyra li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak, Hurem Abad û gelek bajarên din belav bûn.
Di bûyeran da heta niha herî kêm 24 kes hatin kuştin û ji hezarî zêdetir kes hatin binçavkirin.