DAKKA
Li giştiyê Bangladeşê piştî ku Alîkarê Sekreterê Partiya Cimaeta Îslamî Mela Abdulkadir hat darvekirin, bûyer didomin. Beriya hilbijartinên 5ê çileya paşîn a 2014an li welêt rageşî zêde bû.
Partiya Cimaeta Îslamî piştî darvekirina Mela Abdulkadîr îro biryara greva giştî da. Di heman demê de xwepêşandanan jî dest pê kirin. Polês midaxaleyî welatiyên ku daketin qadan kir û 3 kes mirin. Li gor çavkaniyên Cimaeta Îslamî jî piştî midaxaleyan 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Partî dê sibê ji bo nirxandina rewşa welêt a dawî rûniştinekê li dar bixe. Dê di rûniştina vekirî de nexşerêya partiyê bê nîqaşkirin.