Dinya

Xwepêşandanên li Iraqê di nav gel da hişmendiya nasnameya neteweyî xurt kir

Li Bexdayê ciwanên Şiî û Sunî mil didin hev hikûmetê protesto dikin

Türkan Tosun, Elif Orhan  | 12.11.2019 - Rojanekırın : 13.11.2019
Xwepêşandanên li Iraqê di nav gel da hişmendiya nasnameya neteweyî xurt kir

Baghdad

Li Iraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin di nav welatiyan da hişmendiya nasnameya neteweyî xurt kir, hêza mezhebcîtiyê ya ku desthilatiya Şiî bi salan e dixwaze belav bike kêm kir.

Iraqî li herêmên cuda ên welêt ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandanan li dar dixin, lê di van xwepêşandanan da bêjareke mezhebî dernakeve pêş.

Li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê ciwanên Şiî û yên Sunîmil didin hevdu û hikûmetê prosto dikin. Ji bajarên Sûnî lê zêde ne yên wek Mûsil, Enbar û Salahaddînê jî ciwan tên beşdarî xwepêêşandanan dibin.

Pankartên xwepêşandêran ên wek "Em welêt dixwazin" û "Ji Mezhebcîtiyê ra na" bi rojan e Meydana Tehrîrê dixemilînin.

Li gor xwepêşandêrên Şiî partiyên Şiî yên desthilatdar in bi destê Îranê hewl didin di xwepêşandanan da xwîn birêje û ew perçeyek pergala gendeliyê ne.

Li Iraqê di navbera desthilatiya Şiî û Şiiyên li kolanê da cudahî derket holê.

Piştî daxuyaniya Elî Es Sîstanî ya "xwepêşandan ji bo welatiyan heqekî xwezayî ye, lê midaxaleyên derva nayên qebûlkirin" di navbera Şiî û yên din da nasnameya neteweyî xurt bû.

Piştî van gotinên Sîstanî şîrove hatibûn kirin ku bi "midaxaleyên derva" va qesta Îranê tê kirin.

Lîderê dînî yê Îranê Elî Xamaney xwepêşandanên li Iraqê wek "komplo û tevlihevî" bi nav kiribû û gotibû Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî li pişt van xwepêşandanan in.

- Di nav Şiiyan da pêbaweriya Îranê kêm dibe Li ser van gotinên Xamaney li Iraqê gelek rewşenbîr û aktîvîstên sivîl di medyaya civakî da bertek nîşanî Xamaney dan.

Li gor xwepêşandêrên Iraqî Şiî, Kurd, Sunî, Tirkmen û Xrîstyan heman pirsgirêkan aciz in û dixwazin ev polîtîkayên mezhebî û cudakar bên berterefkirin.

Li meydanan bertek nîşanî Xamaney û Qasim Silêmanî tê nîşandan û wêneyên wan ên li ser pankartan tên xêzkirin. Ev tevger li bajarên başûr ênn ku Şiî lê zêde ne tên nîşandan ku ev jî balkêş e.

Serkonsolxaneya Îranê ya li Kerbelayê du caran hat dorpêçkirin û hewl hat dayîn ku bê şewitandin. Ev tevger li dijî Îranê berteka herî zelal e ku hat nîşandan.

Di nav Şiiyan da pêbaweriya rêvebiriya Îranê piştî sala 2003an kêm dibe.

Heşdî Şabiya ku di sala 2014an da piştî fitûya cîhadê ya ku Sîstanî ji bo têkoşîna dijî DEAŞê da hat avakirin li ba Şiiyan hêzdar e û bingeha Şiî êdî bi berhêlîkirina Serokwezîr Adil Ebdulmehdî wekî “koma ku xwepêşandanan tepisand û xwîn rijand” li vê rêxistina milîs dinêre.

Digel piştgiriya eşkere ya Îranê ya ji bo îqtidara Şiî ya li Iraqê Muqteda es-Sadr û Ammar el-Hekîmê serokên Şiî dijî Ebdulmehdî derketin û xwestin ku hikûmet îstifa bike.

- “Nasnameya neteweyî xurt kir”

Nur Sabira ku li Meydana Tehrîrê ji nûçegihanê AAyê ra axivî got ku “Van xwepêşandanan nasnameya me ya neteweyî ya ku çendî sal e dabûn jibîrkirin xurt kir. Me dît ku em dikarin bi şiûra Iraqîbûnê tevbigerin. Polîtîkayên cudakar û mezhebparêz îflas kirin. Em ê ji bo welatekî azadtir têbikoşin.”

Sabirê rexne kir ku Îran tevî karen navxweyî ya Iraqê dibe û got ku Serokwezîr Adil Ebdulmehî û aliye wî yê nêz telîmat dan hêzên ewlehiyê heman rêbazên ku çendî sal berî niha ji bo belavkirina xwepêşandanên li Îranê hatin bikaranîn bi kar bînin.

Um Mistefaya 54 salî jî got ku “Nifşa me nifşeke şervan e. Me piştî 2003yan digot ku dê dawî li şeran bê û bi siyasetmedarên ku dê ji derva bên guherîn pêk bê lêbelê ev nebû. Ev kes pişt ra bûn çeteyeke ku malen gel didize.”

Ebu Heyder Kaabî jî qal kir ku xwepêşandêrên Şiî û Sunî mil bi mil hikûmetê protesto dikin û wiha axivî: “Iraqîbûn me dike yek. Ev jî herî zêde siyasetmedaran ditirsîne. Çendî sal e bi fitne û tefrîqayê gel dabeş kirin.”

- “Ciwan welatekî wekî Tirkiyeyê dixwazin”

Fuad Rikabiyê Bexdadî jî got ku “Heyama siyasetmedarên heyî xilas bû” û ev gotin:

“Ciwanên ku seyahatî welatên wekî Tirkiyeyê dikin dema ku pêşketina wir û rêyên hatine çêkirin dibinin heyran dimînin. Dema vedigerin welatekî wekî Tirkiyeyê dixwazin. Bila siyasetmedar û partiyên siyasî van ciwanan biçûk nebinin. Ji nav van ciwanên ku serkêşiya xwepêşandanan dikin dê komeke siyasetmedar a girîng derkeve û ew dê welêt bir ê va bibin.”


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın