2018 ж. 24 қаңтар•Rojanekirin: 2018 ж. 24 қаңтар
ÎSTANBUL (AA) - Hat ragihandin sedema bingehîn ya xwepêşandanên meha borî li Îranê qewimîn ew e ku baweriya xelkê bi saziyên li welêt nemaye.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê hat dayîn di rapora ku wezaretê amade kir û pêşkêşî Serokomar Hesen Ruhanî kir da tê diyarkirin sedema xwepêşandanên 28ê Kanûna 2017an dest pê kirin û qederê hefteyekê dewam kirin "kêmbûna baweriya gel" e.
Di raporê da hat diyarkirin ji ber ku saziyên li welêt bersivê nadin pirsgirêkên gel ev dibe sedema nîqaşê û hat gotin ku heyama hilbijartinan û piştî hilbijartinan siyasetmedar ji ber rageşiyên siyasî tesîreke neyînî li ser civakê dikin.
Di raporê da hat destnîşankirin di serî da Amerîka xebatên hin dewletan jî tesîr li ser bûyerên li Îranê kirin.
Bûyerên li Îranê 28ê Berfanbarê li Meşhedê bi çalakiya komekê ya li dijî bêkarî û gendeliyê dest pê kirin û di demeke kurt da veguherîn protestoyên dijî rejimê. Çalakî û protesto peyra li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak, Hurem Abad û gelek bajarên din belav bûbûn. Di bûyeran da ji 20î zêdetir kes hatibûn kuştin.