Önder Beyter
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
DAKA
Serokwezîr Bînalî Yildirim, li Dakaya paytexta Bangladeşê ku ji bo seredana fermî hat vir, Abîdeya Neteweyî ya Şehîdan a Savarê ziyaret kir.
Yildirim piştî ku sirûdên neteweyî yên herdu welatan hat xwedin, çelengek danî ber abîdeyê, rêza xwe nîşan da û deftera ziyaretê îmze kir.
Yildirim di nivîsa xwe da wiha got, "Hatina min a bo vir, bo Abîdeya Neteweyî ya Şehîdan a Savarê rûmet û serbilindiyeke mezin e. Li vir derfet çêbû ku ez li ser navê gelê tirk û li ser navê xwe, bengaliyên cesûr ên ku sala 1971ê di Şerê Rizgariyê da mirin, bi bîr bînim."
Serokwezîr Yildirim şitila ku navê wî danê, li baxçeyê abîdeyê çikand û bi vî awayî seredana xwe kuta kir.
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag, Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş, Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Ravza Kavakçiyê jî di seredanê da hevaltiya Serokwezîr Yildirim kirin.