DAKKA
Li Bangladeşê, bi îdiaya qaçaxçîtiya çekan, cezaya dardekirinê dan Serokê Partiya Cimaeta Îslamî Motîan Maûlana Rahman Nîzamî û 13 kesên din.
Di sala 2004an de li keştîgehekê 10 tirên ku tê de çek hebûn hatibûn bi destxistin. Nîzamî û 13 kesên din di ve dozê de dihatin darizandin.Tê îdia kirin ev çekên ku li keştîgehê hatin bidestxistin ji rêxistina Eniya Azadiya Assamê ya ku li Assama parêzgeha Hindistanê têdikoşiya re dihat şandin.
Di nav kesên ku Dadgeha Taybet a Chîttagongê ji bo wan cezayê dardekirinê dan de, Wezîrê Dewleta Bangladeşê û Berpirsyarê Karên Malê Lûtfozzaman Babar, Dîrektorê Giştî yê Hêzên Saloxgeriyê yê berê Mîrlîwa Rezzakûl Haîder Chowdhûry û Midûrê Giştî yê Saloxgeriya Parastina Neteweyî Brîg Gen jî henin.
Nîzamî, biryarê nirxand û diyar kir ku ev biryara ku hatiye dayîn "bêedaletîye"
Parêzerê Nîzamî, Kûmrûl Îslam jî dest nîşan kir ku ne li benda biryareke wiha bûn.