ŞAM
Hat diyarkirin ku yekîneyên artêşa Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed, li bajarên cuda ji hewa û bejayê bi çekên giran êrîş birin ser muxalîfan. Di van êrîşan de jê 11 zarok û 4 jin bi tevahî 88 kes mirin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) de hat destnîşan kirin ku hêzên Esed bi çekên giran ji hewa û bejayê êrîşî bajarên ku muxalîf lê ne kirin. Hat gotin ku di êrîşên artêşê de li Helebê 40, li berbajarê Şamê 27, li Xumsê 7, li Derayê 6, li Îdlîbê 4, li Deyrûz Zorê, 2 li Kûnteyra û Hamayê jî kesek bi tevahî 88 kes di êrîşan de hatin kuştin.