Elif Orhan
2016 ж. 10 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 11 мамыр
ANKARA
Li Bangladeşê Motîur Rehman Nizamiyê Serokê Cemeat-î Îslamê yê di mixalefetê de yê ku dadgeha sûcên şer a ku hikûmetê ava kir de dihat darizandin hat darvekirin.
Nakîbûr Rehmanê kurê mezin ê Nizamî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku rayedarên Girtîgeha Navendî ya li Dakkayê telefonî wî kirin û xeber danê ku bavê wî hatiye darvekirin.
Rehman bangî mensûbên Cemeat-î Îslamî kir ku bi îtidal bin û got ku "Em wek endamên malbatê hewl didin ku bimetanet û hêzdar bin. Ji bilî sebirkirinê tu çareyekî me yê din tune. Em wisa bawer dikin ku bavê me şehîd ketiye. Em ê ew rêya ku wî nîşan daye de bimeşin. Ez bangî hemû misilmanan dikim ku ji bo bavê min dia bikin."
Li Bangladeşê Cemeat-î Îslamî jî di nav de 18 partyên mixalefetê ji ber tehdeyên hikûmetê hincet nîşan dan ku li welêt atmosferekî azad tune hilbijartina ku di serê sala 2014an de hatibû kirin boyqot kiribû. Tenê Yekîtiya Awamî ya di îqtidarê de û 7 partiyên ku piştgirî didin wan beşdarî hilbijartinan bibûn û parlementer derxistibûn.
- Serokomar Erdogan biryar şermezar kiribû
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li merasima vekirina komî û avahiya xizmetê ya Şaredariya Eyubê ya roja înê de gotibû ku "Li Bangladeşê der heqê mucahîdekî 75 salî, yê em bawer dikin ku tu gunehên wî tune de biryara darvekirinê hatiye dayîn, em wê zihniyeta ku der heqê wî de biryara darvekirinê daye şermezar dikin. "