Li Bangladeşê cezaya darvekirinê ya ku bi hinceta di dema şerê serxwebûnê ya welêt a di sala 1971an de sûc kiriye dabûn Arîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Cemeatê Îslamî Mihemed Kamarûzzeman, hat înfazkirin.
Li gor nûçeya kêlya dawîn a ku di çapemeniya Bangladeşê de cî digire Kamarûzzeman li girtîgeha ku wir girtîbû, hat darvekirin.
Hesen Îqbalê kurê Kamarûzzeman daxuyaniyek da û diyar kir cenazeya bavê wî heta ku ji bo definkirinê bibin Şerpûra bajarê wî dê teslîmê malbata wî nekin û bi saya nûçeyên ku derketin ev tişt jî hîn bûn. Îqbal axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em ji vê yekê kêfxweş nînin. Teslîmgirtina cenazeyê prosedureke standart e. Em nikarin bi rayedarên girtîgehê re têkiliyê daynin."
Îqbal beriya darvekirinê li Girtîgeha Navend a Dakkayê cara dawîn bavê xwe ziyaret kiribû û di daxuyaniya ku dabû nûçegihanê AAyê de gotibû dibe ku înfaza Kamarûzzeman di demek nêz de bê kirin.
Îqbal piştî ziyareta bavê xwe daxuyaniyek dabû çapemeniyê û diyar kiribû ku peyama 'Heke tu ji Serokomarê Bangladeşê Ebdûl Hemîd lêborînê bixwazî dê cezaya darvekirinê bê efûkirin' ragihandin Kamarûzzeman û wî ev peyam red kir. Îqbal van gotinên ku bavê wî gotibûnê parve kiribû:
"Ez tenê ji Xwedê efûyê dixwazim. Serokwezîr Hasîna nikare can bide min. Ez keseke bi zihniyeta munafiq a wekê wê efûyê naxwazim. Xeyala min li Bangladeşê serdestiya îslamê ye. Dibe ku ez nebînim lê înşallah dê nifşên ciwan xeyala min bi cî bînin. Hûn xemgîn nebin, em dê înşallah hev li cinetê bibînin."
-NYyê jî bang kiribû
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî bang kiribû ku cezaya darvekirinê ya Mihemed Kamarûzzeman bê rawestandin.
Li Bangladeşê Dadgeha Bilind serlêdana dawî ya temyîzê ya Kamarûzzemanê ku du sal beriya niha cezaya dardekirinê danê, red kiribû û di sermaweza 2014an de cezaya wî tesdîq kiribû. Li Bangladeşê cezayên darvekirinê yên ku ji 2013an hatin dayîn, li welêt di lidarxistina xwepêşandanên li dijî hikûmetê de roleke girîng lîstin.
Kamarûzzeman di nav Partiya Cemeatê Îslamî de wekî kesekî "nûjen" dihat binavkirin. Kamarûzzeman di sala 2010an de nameyek nivîsandibû û bang kiribû ji bo ku partiya wî ji rabirdûya xwe ya bi nîqaş xilas bibe divê partiyeke nû bê avakirin û di vê partiyê de kesên ku ji ber sûcên şer hatine darizandin, di kadroyên asta bilinde de cî negirin. Kamarûzzeman diparast ku di partiyê de reform bên kirin û şixulîna partiyê ya ku hêdî didît rexne kiribû û pêşniyaz kiribû teşekuleke siyasî ya ku rêbaza wê edalet û birêvebirina baş e, bê avakirin.