Gelê bajaroka Silêymanbega li başûrê Kerkûkê ya ku demeke dirêj di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê de ma, ji hikûmeta Iraqê ji bo ku bikarin vegerin malên xwe destûr xwestin.
Bajaroka Silêymanbegê ya navçeya Tuzxurmatuya girêdayî wileyata Selahaddînê 7 meh beriya niha ji DAEŞê hatibû paqijkirin lê belê gelê herêmê jiyana xwe wek penaber berdewam dike. Parlementerên wilayeta Selahaddînê di konferansa ku li Kerkûkê hat lidarxistin de hatin bal hev û serokên eşîrên Elbû Hesen, Albû Hamdan, Albû Mûfarrec, Albû Iz, Albû Karaxol, Albû Herb, Albû Zengeneya di bin banê qebîleya El-beyatê, serokên eşîrên tirkmenan û rayedarên din ji hikûmeta Iraqê xwest ji bo ku gel bikare vegere malên xwe destûrê bide û bergiriyên ewlehiyê yên hewcedar bigirin.
Parlementerê Parlementoya Iraqê Ebdûlqehhar el-Samarayî di konferansê de axivî û diyar kir ku bi operasyona Tikrîtê temamiya herêma Dîcleya Rojhilat ji DAEŞê hat paqijkirin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê gelê herêmê êdî dixwazin ku vegerin navçe, bajarok û gundên xwe. Gel ji Serokwezîr Îbadî hêvî dike ku ewlehiyê pêk bîne. Wekî Yetrîp, Dor, Beled û Alema girêdayî wilayeta Selahaddînê divê ewlehiya bajaroka Silêymanbegê jî bê pêk anîn."
Parlementer Mûtaşşar Elewî jî xwest ku li Silêymanbeg û herêmên li hawirdora wê li hember bûyerên teqînê bergiriyên ewlehiyê bên girtin û wiha axivî: "Gel ji bo ku bikarin vegerin malên xwe dixwaze ku hikûmet bergiriyan bigire. Hikûmet di vê mijarê de divê peywira xwe bi cî bîne û derfetê bide ku gel bikare vegere malên xwe."
Parlementer Emel Meriyê jî bal kişand li ser şert û mercên nebaş ên jiyana penaberan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hikûmet ji bo ku ev mirov bikarin vegerin mal û gundên xwe tu pêngaveke berbiçav neavêtiye. Rewşa mirovên ku wekî penaber dijîn her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber vê yekê ji hikûmetê daxwaza me ew e ku bi heman çavê li hemû herêmên ku hatin xilaskirin, binêrin. Çawa piştî ku bajarokên Alem û Dûlûiye hatin xilaskirin di demek kurt de derfetan pêk anîn ku gelê wan deran vegerin malên xwe, bila ji bo Silêymanbegê jî heman tişt bê kirin."
Serokê Qebîleya Al Bayatê Samî el-Beyatî di axaftina xwe de destnîşan kir ku dikarin ewlehiya Silêyman Beg û herêmên din pêk bînin û ji bo vê yekê jî 535 şervanên dilxwaz amade ne û wiha axivî: "Min berê niha jî ji bo ku herêm bê parastin lîsteyek pêşkêşî hikûmetê kir. Ji gelê herêmê navê 535 dilxwazan li ba min qeydkirî ye. Min vê bi awayekî fermî pêşkêşî cihên eleqedar jî kir lê belê min heta niha tu bersiv nestand. Di dema bûyerên DAEŞê de jî hikûmetê em tenê hiştin. Em divê teqez vegerin bajarê xwe."
Serokê Eşîra Albû Hesena ji Qebîleya Al Bayatê Tahir Hindî daxuyaniya encama konferansê xwend. Di daxuyaniyê de daxwazên wekî; bila destûrê bidin ku parlementerên herêmê, serokên eşîran, rayedar û çapemenî bikarin bikevin bajaroka Silêymanbegê; lijne bila li herêmê tespîta zirar û xisarê bikin; li herêmê kesên ku navê wan tevî çalakiyên dereqanûnî bûne bên tespîtkirin û darizandin; ji bo ku penaber bikarin vegerin malên xwe amadehiyên hewcedar bên kirin; ji ber kirinên mezhebparêziyê bila Serokwezîr hêzeke taybet bişîne herêmê û parastina herêmê pêk bînin; bila tezmînatê bidin kesên ku di bin tesîra terorê de man û demildest binesaziya herêmê ji nû ve bê avakirin, anîn ziman.
Artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên pêşmergeyan û milîsên şiî di 2yê îlona 2014an de bajaroka Silêymanbegê bi dest xistibûn û pişt re berê xwe dabûn kozikên DAEŞê yên li hawirdor û di encama operasyoneke berfireh de kontrola 33 gundên li herêmê bi temamî bi dest xistibû. Rêbeja di navbera Amîrlî û Kerkûkê de ji nû ve ji bo hatûçûyê hatibû vekirin.