Elif Orhan
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2018
XUTEYA ROJHILAT/ANKARA
Li Sûriyeyê rejima Beşa Esed ji ber ku li Xuteya Rojhilat a bin eblûqeyê de mixalif pêş ketin bi piştgiriya Rûsyayê ji bejayê û asîmanê operasyon da destpêkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li Xuteya Rojhilat bi dest xist êrîşên rejimê yên asîmanî yên ku ji duh ve bi piştgiriya Rûsyayê dike zêde dibin û berdewam dikin.
Çavkaniyên Parastina Sivîl dan zanîn ku jimara kesên ku di êrîşên şeva din de mirin derket 27an.
Rejimê jî ji nîvro ve ji bejayê operasyon da destpêkirin.
Êrîşên asîmanî û bejayê yên rejimê li navçeya Harestayê ya ku lê Îdareya Wesayîtên Bizirx ên ku mixalifan hefteya borî dorpêç kir zêdetir in.
Qada 7 kîlometro dûrî navenda Şamê ji aliyê mixalifan ve hat dorpêçkirin û li ser vê yekê Rûsyayê piştgiriya asîmanî dabû rejimê.
Hat ragihandin ku 4 generalên rejima Esed ên bi navê Îbrahîm Debraha, Hebîb Yûnis, Elî Dîb û Hesen Kurdî di pevçûnên li Harestayê de mirin.
Pevçûnên di navbera rejim û mixalifan de yên li herêmê dewam dikin.
Xuteya Rojhilat a li rojhilatê Şamê ya ku nêzî 400 hezarî sivîl ev 5 sal in ku di bin eblûqeyê de ne di çarçoveya peymanên Astanayê de di 5ê gulanê de herêma kêmkirina rageşiyê hatibû îlankirin. Lê belê ji wê wextê ve êrîşên rejimê zêde bûn û eblûqe jî giran bû.