YPG/PKKyê li Efrînê êrîşî sivîlan kir: 2 kuştî, 8 birîndar
Li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji YPG/PKKyê hat rizgarkirin êrîşên terorê yên bibombe hatin kirin
Ankara
EFRÎN
Li Efrînê di salvegera Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya bi hevkariya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad hatibû kirin da terorîstan li hemberî otobeseke rêwiyan êrîşeke bibombe kirin.
Li Efrînê du êrîşên wisa xuya dike ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye kirin, çêbûn.
Êrîşa ewil li hemberî otobesekê hat kirin, di êrîşê da 2 sivîl mirin û 8 rêwî jî birîndar bûn.
Êrîşa duyem jî li ser kolaneke qerebalix a navenda bajêr çêbû.
Bombeyeke di konteynira çopê da hatibû bicihkirin hat teqandin. Di teqînê da kes nemir û birîndar nebû.
YPG/PKKya rêxistina terorê piştî ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji Efrînê hat derxistin, niha car caran li hemberî sivîlan û hêzên ewlehiyê êrîşan dike.