Dinya

Li Azerbeycanê qurbaniyên "Rêbendana Bixwîn" tên bibîranîn

Di 29emîn salvegera Qetlîama 20ê Rêbendanê ku wekî "Rêbendana Bixwîn" derbasî nava rûpelên dîrokê bûye da xelkê Azerbeycanê berê xwe da Xiyabanê Şehîdan a Bakuyê

Önder Beyter  | 20.01.2019 - Rojanekırın : 21.01.2019
Li Azerbeycanê qurbaniyên "Rêbendana Bixwîn" tên bibîranîn

Baki

BAKU 

Li Azerbeycanê qurbaniyên Qetlîama 20ê Rêbendanê ku bûye sembola serxwebûnê û herwiha wekî "Rêbendana Bixwîn" derbasî nava rûpelên dîrokê bûye, tên bibîranîn.

Xelkê Azerbeycanê ji bo bibîranîna qurbaniyên qetlîama ku di sala 1990î da hat kirin, berê xwe da Xiyabanê Şehîdan a Bakuyê. Ji ber qelebalixiya kesên ji Bakuyê û yên ku ji herêmên din hatin, li ber şehîdgehê doreke dirêj çêbû. Welatiyan qurnefîlên sor danîn ser merzelan û herwiha ji bo şehîdan dia kirin.

Li gorî dema herêmê di saet 12.00an da ji bo hemû şehîdên ku seba Azerbeycanê ceng kirine, deqîqeyekê rawestîna rêznîşandanê hat kirin. Di maweya rêznîşandanê da keştiyên li keviya Deryaya Xezerê, trênên metroyê û otobusan li korneyê dan.

Serokomar Îlham Aliyev jî ligel erkanê dewletê beşdarî merasima li Xiyabanê Şehîdan bû. Di merasima ku Marşa Neteweyî ya Azerbeycanê hat lêdan da Alyev çeleng danî ber Abîdeya Agirê Ebedî.

Balyozê Tirkiyeyê li Bakuyê Erkan Ozoral, xebatkarên balyozxaneyê û nûnerên sazî û dezgehên Tirkî yên li Bakuyê jî Xiyabanê Şehîdan ziyaret kirin.

Balyoz Ozoral di daxuyaniya xwe ya ku da mensûbên çapemeniyê da diyar kir ku 20ê Rêbendanê, di dîroka serxwebûna Azerbeycanê da pêngaveke girîng e û wiha dewam kir:

"Ev roj di heman demê da wekî rojeke reş derbasî dîroka dinyayê bû. Di 20ê Rêbendana 1990î da li Bakuyê qetlîameke pir mezin hat kirin. Ev qurbanî jî helbet berdêla serxwebûnê ne. Em bi rêz û minet van însanên qehreman ên ku ji bo Azerbeycanê jiyana xwe feda kirine, bi bîr tînin."

- "Rêbendana Bixwîn"

Di destpêka salên 1990î da bi hezaran Azerbeycaniyên ku xwestin bertek nîşanî rêveberiya Sovyetê û Ermeniyên ku bêtir erd dixwestin bidin, berê xwe dan Meydana Azadiyê ya Bakuyê û dest bi mitîngên demdirêj kirin.

Artêşa Sovyetê ya ku ji bo belavkirina mitîngan di 20ê Rêbendanê da ket herêmên cuda yên Bakuyê, ligel jin û zarokan qedera 150 sivîlî qetil kirin, bi sedan jî birîndar kirin.

Şehîd bi beşdariya bi sed hezaran bi hêstir û qurnefîlên sor li Xiyabanê Şehîdan hatin definkirin. Azerbeycanî ev 29 sal in di 20ê Rêbendanê da bi qurnefîlan berê xwe didin vê xiyabanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.