BAKU
Serokomarê Azerbeycanê Aliyev, Serokomar Erdogan ê ku ji bo hevdîtinên fermî çû Azerbeycanê li paytext Bakuyê bi merasima fermî pêşwazî kir.
Bi munasebeta serdana Serokomar Erdogan li ber Avahiya Serokomariyê merasima leşkerî hat kirin. Serokomarê Azerbeycanê Aliyev, Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan hembêz kir û di pey re jî sirûda neteweyî ya her du welatan hat xwendin.
Erdogan jî paşê bi Aliyev re ji yekîneya merasimê re got "merheba esker" û silav da wan.
Di merasimê de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê berê yê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim, Alîkarê Serokwezîrê Azerbeycanê Abîd Şerîfov, Wezîrê Parastinê yê Azerbeycanê Zakîr Hasanov û Wezîrê Karên Derve yê Azerbeycanê Elmar Memmedyarov jî cih girtin.
Erdogan û Aliyev piştî merasimê li Qesra Serokomariyê hatin bal hev.