Türkan Tosun
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 16 Gulan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Letonyayê bi Serokomar Raîmonds Vejonîs ra hat bal hevdu.
Çavuşoglu û Serokomar Vejonîs li paytex Rîgayê li Avahiyê Serokomariyê Kela Rîgayê hevdîtineke ji çapemeniyê ra girtî pêk anîn.
Beriya hevdîtinê Wezîr Çavuşoglu Muzeya Dagirkirinê ya Letonyayê ziyaret kir.
Rêberê muzeyê der barê muzeyê da agahî da Çavuşoglu û piştî vê Çavuşoglu deftera taybet a muzeyê îmze kir.
Çavuşoglu di defterê da behsa girîngiya muzeyê kir û wiha nivîsand: "Di van rojên tarî yên di dîroka Letonyayê da gelê Tirk ev dagirkerî qebûl nekiriye û li cem gelê Letonyayê sekiniye. Tirkiye û Letonya ji bo dahatûyeke xweş îro jî hevkariyê dikin."
Çavuşoglu bi hevrêtiya Wezîrê Karên Derva yê Letonyayê Edgards Rînkevîcs çeleng danî Peykerê Azadiyê. Li vir sirûdên neteweyî yên herdu welatan hat xwendin.
Çavuşoglu û Rînkevîcs îro wê hevdîtinekî bikin û paşê wê civîneke çapemeniyê ya hevpar bikin.
Wezîr Çavuşoglu paşê wê Wezîrê Parastinê û Alîkarê Serokwezîr Artîs Pabrîks û Serokê Parlamentoyê Inara Murnîece ra wê hevdîtinan pêk bîne.