2015 ж. 08 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 08 қараша
BEXDA
Serokê sunî yê iraqî Usame el-Nuceyfî û Serokê Herêma Kurdistanê (HKI) Mesûd Barzanî li Hewlêrê hatin bal hev û li ser mijara operasyona xilaskirina Mûsilê ya ji destê DAEŞê axivîn.
Li gor daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya Nuceyfî herdu serok hatin bal hev û wiha hat gotin: "Nuceyfî û Barzanî di hevdîtinê de li ser mijara operasyona xilaskirina Mûsilê ya ji destê DAEŞê, hevkariya pêşmergeyan û hêzên Haşdî Wetan ên sunî û piştgiriyê axivîn. Ew li ser pirsgirêkên penaberan jî sekinîn."
Hat gotin ku serokê sunî Nuceyfî û Barzanî ji ber rewşa siyasî ya li Iraqê bi fikar in û ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin peymanên siyasî bên kirin ku ev jî pir tiştekî girîng e.
Nuceyfî û Barzanî behsa îstiqrara li Herêma Kurdistanê jî kirin û destnîşan kirin ku divê cihên di destên DAEŞê de ne bên xilaskirin.
- Hilbijartinên li Tirkiyeyê
Hat gotin ku herdu serok ji ber encamên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê kêfxweş in û ev encam wê li herêmê û Tirkiyeyê bibin sedema tiştên erênî.
Ji bilî vê hat gotin ku Nuceyfî qîmetê dide siyaseta Barzanî ya li Iraqê û li herêmê. Hat eşkerekirin ku Nuceyfî ji ber rola Barzanî ya girîng piştgiriyê dide wî.