NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-mun ji hêzên ewlehiyê yên Misrê daxwaz kir ku ji bo mafên mirovan rêz bê girtin û azadiya xweîfadekirinê mîsoger be.
Li gor daxuyaniya Raportoriya Sekreterê Giştî, Ban şîdeta ku li Misrê bûye sedema mirin û birîndarbûnê bi tundî şermezar kir.
Ban ji desthilatdariya demborî xwest ku xwepêşanderan bi ewlehî bi rê ve bibin û wiha got: ''Divê hêzên ewlehiya Misrê ji bo mafên mirovan rêz bigirin û wisa tevbigerin. Mafên xwepêşan û xweîfadekirinê bên mîsogerkirin.''
Ban got: ''Tundî altrernatîfa çareseriya siyasî nîne. Divê hemû serokên Misrî, berjewendiyên gelê Misrê li ser berjewendiyên xwe yên şexsî bigirin.'' Ban wiha pê de çû: "Îxwanên Muslumîn û Mûhammed Mûrsiyê ku di girtîgehan de ne, divê zûbizû bên berdan an jî rewşa wan di çarçoveyeke şefaf de bê nirxandin."