QAHÎRE
Wezîrê Karên Hundir yê Misrê Mûhammed Îbrahim di daxuyaniya çapemeniyê de der barê guleberdana li ser alîgirên demokrasiyê de axivî û îdia kir ku polêsan li Misrê gule nereşandine li ser gel.
Îbrahîm got: ''Xwîna gelê Misrê ji bo me pir girîng e, divê em wê xwînê nerijînin.'' Îbrahîm got ku ji bo xwepêşanderan belav bikin ji bilî gaza rondikrêj tu çek bi kar neanîne."
Piştî ''Şoreşa 25ê Kanûna Paşîn''ê di rêxistina ewlehiyê de guhastinên navî û îdarî hatin kirin. Îbrahîm got ku ev guherîn bûne sedema rakirina ewlehiya siyasî û berxwedana li hemberî tevgerên mufrîd û vê yekê jî xeletiyan bi xwe re anî. Pêdiviya me bi sererastkirina van xeletiyan heye.
Îbrahîm diyar kir ku dikin dawiyê li xwepêşanên qada Adewiyyeyê û qada en-Nahda bînin. Îbrahîm got: ''Em dikin dawiyê li xwepêşanan bînin. Em şikayetên gel yên der barê vê qadê û derdora wê de dicivînin û dê van giliyan ji Serdozgeriyê re gilî bikin.''
Îbrahîm Rêxistina Îxwanên Muslumîn sucdar kir û guhastinên berî mudaxaleyê yên rêxistina ewlekariyê rexne kir. Îbrahîm daxuyand: ''70 şagirtên ku endamên Îxwanê ne, di akademiya polêsan de ne. Em der barê wan de lêkolînan dikin û em ê çi hewce bike, pêk bînin.''
Îbrahîm got ku ji bo bidawîkirina xwepêşanan em ê operasyonên berfireh li dar bixin, em di vê babetê de digel Hêzên Çekdar dixebitin.
Ordunun müdahalesinin ardından görevinden uzaklaştırılan ve halen nerede olduğu hakkında bilgi verilmeyen, ülkenin seçilmiş ilk Cumhurbaşkanı Muhammed Mursi'yle ilgili de İbrahim, "Başsavcılık Mursi'nin nerde olacağına ve nerde hapsedileceğine karar verecek" ifadelerini kullandı.
Piştî mudaxelaya artêşê, yekem Serokê Hilbijartî yê Misrê Mûhammed Mûrsiyê ku ji textê wî daxistin, hêj jî der barê cihê wî de agahî nehatiye dayîn. Dê Serdozgerî biryar bide ku Mûrsî li ku derê li kîjan girtîgehê bikin hefsê.