Dinya

Trump daxuyand ku ew ji ber kiryarên Putîn kêfxweş nîne

Sercan İrkin  | 26.05.2025 - Rojanekırın : 27.05.2025
Trump daxuyand ku ew ji ber kiryarên Putîn kêfxweş nîne

Istanbul

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrîşên artêşa Rûsyayê yên duh ên li ser Ukraynayê got ku ew ji ber van kiryarên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn "kêfxweş nîne".

Li gorî nûçeya rojnameya The Hîllê, Trump li Balafirgeha Morrîstownê beriya ku siwarî balafira Aîr Force Oneyê bibe pirsên rojnamevanan bersivandin.

Trump bal kişand ser êrîşên dawî yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê û wiha got: "Ez ji ber van kiryarên Putîn ne razî me. Ew gelek mirovan dikuje û ez nizanim çi bi Putîn hatiye."

Trump anî ziman ku ew ji ber êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê şaş û metel e û wiha dewam kir: "Ez wî (Putîn) demeke dirêj e nas dikim. Têkiliyên me her tim baş bûn, lê niha ew moşekan diavêje bajaran, mirovan dikuje û ev yek qet xweşa min naçe. Em di nav axaftinê da ne û ew (Putîn) moşekan diavêje Kîev û bajarên din. Ez ji ber vê qet kêfxweş nînim."

Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Igor Klîmenko ragihandibû, di êrîşên ku artêşa Rûsyayê duh bi moşek û balafirên bêmirov (ÎHA) birin ser Ukraynayê da 12 kes hatin kuştin û ji 60î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî di daxuyaniya nivîskî da ragihandibû ku artêşa Rûsyayê bi qasî 70 moşek û 300 ÎHAyan va êrîşî welatê wî kir.

Zelenskî bangî welatên mitefîq kiribû ku ew zextê bidin ser Rûsyayê û wiha gotibû: "Bêdengiya Amerîkayê, bêdengiya yên din ên li cîhanê bi tenê cesaretê dide Putîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.