Dinya

Îsraîlê li bakurê Xezeyê êrîşî xaniyekî kir û 19 Filistînî kuştin

Ramzi Mahmud, Esat Fırat  | 26.05.2025 - Rojanekırın : 26.05.2025
Îsraîlê li bakurê Xezeyê êrîşî xaniyekî kir û 19 Filistînî kuştin

Gazze

Artêşa Îsraîlê li herêma Cibaliye el-Beledê ku dikeve bakurê Xeta Xezeyê, êrîşa esmanî bir ser xaniyekî û di êrîşê da 19 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.

Çavkaniyên tenduristiyê ji nûçegihanê AAyê ra axivîn û diyar kirin, li herêma Cibaliye el-Beledê xaniyê ku bû hedefa êrîşê, yê malbata Ebdurabbuh e û di kavilê xanî da cinazeyê 19 kesan hatin derxistin.

Şahidan daxuyand ku avahî çendîn qatî bû û bi dehan Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne lê sitar dibûn, lê di êrîşê da bi temamî hilweşiya.

Artêşa Îsraîlê şeveqa sibehê jî li Taxa ed-Durcê ya Xezeyê êrîşî Dibistana Fehmî el-Cercawî kiribû û piraniya wan zarok di êrîşê da herî kêm 25 Filistînî hatibûn kuştin.

Artêşa Îsraîlê daxuyaniya nivîskî dabû û lêxistina Dibistana Fehmî el-Cercawî îtiraf kiribû û îdia kiribû ku Hemasê dibistan bi kar dianî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın