Dinya

Trump bang li Zelenskiy kir ku dev ji Qirimê û tevlêbûna NATOyê berde

Hakan Çopur  | 18.08.2025 - Rojanekırın : 19.08.2025
Trump bang li Zelenskiy kir ku dev ji Qirimê û tevlêbûna NATOyê berde

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy kir ku dev ji Qirimê û tevlêbûna NATOyê berde û got ev her du mijar di rojevê da nînin.

Serokê Amerîkayê Trump wê îro li Qesra Spî ji bilî Zelenskiy mêvandariya serokên Ewropî jî bike.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê der barê pêvajoya Rûsya û Ukraynayê da daxuyanî da.

Trump anî ziman ku ew ji ber mêvandariya ewqas serokên Ewropî serfiraz e û got ew ê li ser pêvajoya ku ber bi aştiyê va diçe nîqaşên girîng bikin.

Trump behsa Zelenskiy kir û got, "Ew dikare şerê bi Rûsyayê ra tavilê biqedîne an jî dikare şer bidomîne" û destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama bêyî ku guleyek jî bê avêtin Qirim da (Rûsyayê) û êdî ew der nikare paşve bê hildan.

Trump her wiha diyar kir ku ketina Ukraynayê ya NATOyê êdî ne mijara axaftinê ye.

Serokê Amerîkayê Trump îro wê ewil bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ra bê bal hev, paşê bi beşdariya serokên Ewropî ra wê civîneke berfireh bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.