Dengê fermî yê Sûriyeyê nû dibe: SANA dê di 20ê Tebaxê da lansmana rûyê xwe yê nû bike
- Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANA digel Îngilizî, Fransî, Spanyolî û Tirkî dê bi Kurdî jî dest bi weşanê bike

Damascus
MUHAMMED KARABACAK - Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANA ya ku piştî hilweşîna rejima Beşar Esed, berê xwe da modernîzasyona stratejiya veguherîna dîjîtal û binesaziya weşangeriyê, dê di 20ê Tebaxê da lansmana rûyê xwe yê nû bike.
SANA di çarçoveya modernîzasyona binesaziya weşangeriyê û strarejiya veguherîna dîjîtal da xwe jinûva rêk dixe.
Ekîba AAyê avahiya SANAyê ya xebatên nûkirina wê didomin û her wiha navenda wê ya nûçeyan bi dronê kişand.
- "Me departmaneke nû ya dîjîtal ava kir"
Ziyad Mehamidê Midûrê Giştî yê SANAyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ê di 20ê Tebaxê da bi temaya "SANA: Pêngavek" lansmanê li dar bixin.
Mehamid bal kişand ku li gorî têgihiştina weşangeriya modern, wan binesazî û hemû ekîpmanên saziyê nû kirin û wiha dewam kir, "Me departmaneke nû ya dîjîtal ava kir. Ji xeynî vê me şaxên nûçegihaniyê ava kirin ku dê hem li welêt û hem jî li dervayî welêt peywirê bikin."
Mehamid destnîşan kir ku piştî lansmanê ofîsên wan ên li Amerîkaya Bakur, Ewropa û Asyayê dê bi çendîn zimanan dest bi weşanê bikin û wiha dewam kir, "Me ekîpmanên kevn bi temamî ji dewrê derxistin, me hemû pergala xwe nû kir. Me avahiya xwe jî li gorî nasnameya dîtbarî ya nû jinûva serast kir. Me personelê herî baş peywirdar kirin."
Mehamid diyar kir ku ew plan dikin bi 5 zimanan weşanê bikin ku ev jî Îngilizî, Fransî, Spanyolî, Tirkî û Kurdî ne.
Mehamid her wiha got ku hedefa wan ew e ku SANA di nava 5 salan da bigihîje wê astê ku bikaribe bi ajansên herêmî û kurewî ra reqabetê bike û wiha got, "Di maseya wergerê da ya ku hat vekirin, ne bi tenê dê werger were kirin, her wisa bi hemû zimanan naverokên nûçeya taybet jî dê bên hilberîn."
Mehamid got ku piştî rûxîna rejima Beas, arşîva ajansê ya ji 1965an û vir va tê qeydkirin hat dîjîtalîzekirin û wiha dewam kir, "Me ev arşîv ji ber ewlehiyê hilda bin parastinê. Em plan dikin di demên pêş da vê arşîvê wekî qelemeke dahatê ya Ajansê pêşkêşî aboneyên xwe bikin."
Lansmana nasandina rûyê nû yê SANAyê dê di 20ê Tebaxê da li Navenda Hunerên Dîtbarî ya Neteweyî ya li Şamê bê kirin.
Endamên kabîneya hikûmeta Sûriyeyê, balyoz û meslehetguzerên welatan û her wiha tevî Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Yusuf Ozhan gelek mêvanên ji welêt û dervayî welêt dê beşdariya bernameyê bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.