Tanka Merkavayê ya Îsraîlê li başûrê Libnanê gule barand ser dewriyeya UNIFILê
Hat ragihandin ku eskerên UNIFILê di nav axên Libnanê da hedef hatin girtin û di êrîşê da tu kes birîndar nebû
Beyrut
Hêza Peywirê ya Libnanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) ragihand ku tankeke cureyê Merkavayê ya artêşa Îsraîlê duh gule barand ser hêza aştiyê ya ku li başûrê Libnanê peywira dewriyeyê dikir.
UNIFIL ji platforma çapemeniya civakî Xê ya navenda wê Amerîka ye der barê bûyerê da daxuyaniya nivîskî da.
Hat diyarkirin ku tanka Merkavayê ya Îsraîlê gule reşand ser eskerên UNIFILê yên ku li herêma Serdeyê ya li başûrê Libnanê bi cî bûye û peywira dewriyeyê dikir.
Hat ragihandin ku eskerên UNIFILê di nav axa Libnanê da hedef hatin girtin û di bûyerê da tu personel birîndar nebûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ev çalakiyên Îsraîlê bi awayekî cidî îxlalkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi nimreya 1701 e û hat gotin ku "Em bangî artêşa Îsraîlê dikin ku seranserê Xeta Şîn (xeta sînor) êrîşên xwe yên dijî hêmanên hêza aştiyê ya hewl dide ku îstiqrarê ji nû va tesîs bike yan jî êrîşên nêzî wir dike rawestîne."
Di daxuyaniyê da her wiha hat ragihandin ku er barê guzergah û wextê dewriyayê da berê da agahî dabûn aliyê Îsraîlê.
